Îsraîlê êrişî Nablûsê kir: 2 Filistînî hatin kuştin

Di êrişa leşkerên Îsraîlê ya li bajarê Nablûsê yê li bakurê Şerîa Rojava de 2 Filistînî hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Baskê çekdarî yê Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) ji ragihand ku yên hatîn kuştin, şervanên wan in.

Leşkerên Îsraîlê roja Çarşemê li bajarê Nablûsê dor li malekê girtibûn.

Bi vê yekê di navbera leşkerên Îsraîlê û Filistîniyan de şer derket.

Di daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê de hat ragihandin ku di êrişa hêzên Îsraîlê de 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha kesek jî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Baskê çekdarî yê Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dane şervanên wan in.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew kes roja çarşemê li başûrê Nablûsê tevlî êrişeke li dijî Îsraîlê bûbûn.

Êrişên Îsraîlê yên di 3’ê Tîrmehê de li ser bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava hatibû destpêkirin û nêzî 48 saetan dewam kir.

Di êrîşan de 4 jê zarok 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 20 jê giran 120 kes jî birîndar bûn.

Îsraîlê-Bi hezaran xwepêşandêr li qadanin

Back to top button