Komîteya PKK û PAJK’ê li dijî zext û bêhiqûqiya li girtîgehan bang kir

Komîteya Zîndanan ya PKK-PAJK’ê bal kişand ser êşkenceya li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha navçeya Patnosê ya Agiriyê û destnîşan kir ku eger nerazîbûnên girseyî çênebin wê bi destê Hîzbulkontra vê sûcê li civakê belav bikin û li dijî bêhiqûqiyê banga hestiyariyê kir.

Dewleta tirk a dagirker beriya çend rojan li girtîheha navçeya Patnosê ya bajarê Agiriyê 3 jinên dîlgirtiyê azadiyê bi şêwazê girêka beraz ku rêbazê Hizbul kontra êşkence kir.

Komîteya Zîndanan a PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êşkenceya li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha Patnosê da.

Komîteyê got:

“Em polîtîkayên şerê taybet ên li girtîgehan li dijî hevrêyên me yên jin tên meşandin, di şexsê jina azad de weke êrîşeke li dijî Rêberê me û xeta civaka azad dinirxînin.

Zindan laboratuvara pergala serdest in.

Ji ber vê yekê qada yekemîn a ku dixwazin polîtîkayên xwe yên şerê taybet lê bimeşînin zindan in.

Hewl dide polîtîkayên ku tê xwestin di vê laboratuarê de bên ceribandin li gorî asta serkeftinê li ser civakê jî pêk bînin.”

Dixwazin avabûna rêxistinbûyî ji hev bixin

Komîteyê nirxandina xwe wiha berdewam kir:

“Faşîzma AKP-MHP’ê bi belavkirina pêkhateya me ya rêxistinî ya di zindanan de û bêrêxistinkirina me dixwaze encam bigire.

Bi rêbazên şerê taybet armanc dikin ku berxwedana hevrêyên me bişkînin, wan ji têkoşînê qut bikin û wan bînin rewşeke poşmaniyê.”

Ger bertekên girseyî çênebin wê li civakê belav bikin

Komîteya PKK-PAJK’ê armancgirtina jinan wiha şîrove kir:

“Rêbertiya me dibêje “Jina azadbûyî, civaka azadbûyî ye.” Lewma faşîzma AKP-MHP’ê li her derê jinan dike hedef.

Ji ber ku jiyana mirov bi tenê dema azad be watedar e, li ku derê dibe bila bibe bê azadî jiyîn, her tim zindanek tarî ye.”

Li dijî zext û bêhiqûqiyên li girtîgehan banga hestiyariyê hate kirin

Komîteyê li hemberî pêkanînên li girtîgehan taybet jî Girtîgeha Patnosê li dijî 3 jinên şoreşger û hatiye kirin ev bang kir:

“Em bang li gelê xwe û malbatên girtiyan dikin ku li hemberî zext û bêhiqûqiya li ser hevrêyên me yên li zîndanan tên ferzkirin, bi taybetî li dijî Rêbertiyê me hestyar bin.”

Back to top button