Mesrûr Barzanî hewara xetimîna hikûmeta xwe ya gendel gihand Biden

Mesrûr Barzanî têkçûna siyaseta PDK’ê ya şaş ragihand.
Serokê Hikûmeta Başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nameyakî hawara xwe gîhan Serokê Amerîkayê Joe Bîden
Mesrûr Barzanî ji Bidne ku bi awayekî lezgîn pirsgirêka di navbera wan û Hikûmeta Iraqê de çareser bikin, ne xwe wê Statûya başûrê kurdistan têk biçe.
Ev name ji aliyê Malpera Nûçeyan Al-Monitor hate parvekirin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di encama siyaseta şaş û gendeliyê ku xwe dispêre hêzên derve ber bi hilweşandinê ve diçe.

Ev mikûr hatin ji aliyê Serokê Hikûmeta Başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêk hat.

Malpera Nûçeyan Al-Monitor vê rastiya têkçûna polîtîkya barzaniyan ji raya giştî re parvekir.

Al Monitor ragihand ku Serokê Hikûmeta Başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêşî ruxanida federasyona başûrê kurdistnaê bigre hawar xwe avît Serokê Amerîkayê Joe Bîden.

Mesrûr Barzanî: Statûya başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ye

Mesrûr Barzanî ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re nameyeke şand da ku destwerdana krîza navbera Hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê û bike.

Barzanî di nameya xwe de dibêje eger qeyran û pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de kûrtir bibe wê bibe sedema rûxandina statûya Başûrê Kurdistanê.

Barzanî di nameyê de wiha nivîsiye;

“Ez niha vê nameyê ji we re dinivîsim ku dîsa di demek diyarker û çarenûsaz ya dîroka me de, di rewşek wisa de ku ez ditirsim em nekarîn kontrol bikin, ji we re dinivîsim.

Di aliyê aborî de xwîn ji me diçe. Di aliyê siyasî de jî vaye xwîn di laşê me de xilas dibe.

Yekem careke ku di dema serokwezîrtiya xwe de ez ketime nava fikarên kûr.

Dibe ku bibe sedema rûxana modela federal ya Iraqê ku Amerîkayê sala 2003’yê sponsoriya wê kir û ji wê demê ve li pişt vê modelê rawestiya ye.”

Polîtîkayên PDK’ê li gelê Kurd da windakirin

Herwiha malpera Al-Monitor diyar kir ku Wezareta Derve ya Amerîka bersiv nedane nameya Mesrûr Barzanî .

Tiştek din ê cihê mixabiniyê Mesrûr Barzanî di nameya xwe de diyar dike ku Amerîka vê federasyonê avakiriye, lê divê her kes bizanibe ev destkeftiyên başûr bi xwîna bi hezaran vê gelê hatiye bi dest xistin.

Ji ber polîtîkayên PDK”ê yên gendeliyê heta niha karmendên başûr mûçeyên xwe yên salekî negirtine,

ji ber vê yekê tevî ku dibistan vebûne jî mamoste naçin dibistanan û boykot dane destpêkirin.

Di encama polîtîkayên PDK’ê de destpêkê ji sedî 51 axa başûr ji destê kurdan derket,

Ji ber petrola başûr derqanûnî firot Tirkiyê dahata pêtrolê jê hate standin herî dawî jî deriyê sînor niha di lê pirsînê de ne.

Ji aliyeke din rayedarên Iraqê jî ragihandin ku wan ji bo gendeliya deriyê sînor lêpirsîn bikin komîteyeke lêpirsînê dane avakirin.

Back to top button