”Çirûska bîrdoziya azadiya jinan ronî da tevahî cîhanê”

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star yekemîn akademiya dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Zeyneb Saroxan hat vekirin.Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Koçer Hisên diyar kir ku armanca wan ew bû ku jin azad bibin û civakek wekhev di bin projeya Neteweya Demokratîk de were avakirin.

Di Kongreya 9`emîn a Kongra Star de biryar hat dayîn ku qada perwerdeyê bi vekirina akademiyan were pêşxistin.

Di van akademiyan zanista jin û zanîna felsefeya neteweya demokratîk û têkoşîna li hemberî fikrên baviksalar werin belavkirin.

Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin a Bakur Rojhilatê Sûriyê 17 akademiyên wê hene.

Yek ji akadimiyên ku hatinen vekirin akadimiya Şehîd Zeyneb Saroxan ne.

Di akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan de sê dewre hatine vekirin.

Dewreyek li ser Sosyolojiya Azadiyê, ya duyem li ser zayendperestiyê ye ya seyemîn jî der barê dîroka jinan de ye.

Back to top button