Li Idlibê hêzên hikumeta Şamê li çeteyên dewleta Tirk da: 8 Çete hatin kuştin

Bargehên çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê bûn armanca êrişa hêzên hikumeta Şamê.
Di encamê de 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Çavdêriyê SOHR diyar kir ku duh, hêzên hikumeta Şamê derdora Fitêra ya li herêma çiyayê Zawiyê yê li Idlibê tobparan kir

Navendê da zanîn ku di encama topbaranê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û got:

4 kuştî ji çeteyên Firqet Hemze û 4 kuştiyên din jî ji çeteyên Lîwa Ebû Bekir El Sedîq ên girêdayî çeteyên ′Tehrîr El Şam′ in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka sala 2023’yan hejmara kuştiyên li herêma bêçek bûn 513.

Her wiha zêdetirî 396 leşkerên hêzên hikumeta Şamê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û welatî jî birîndar bûne.

Back to top button