Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Brûsk helwesta xwe li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê anî ziman û got: Em weke artêşa jin van êrîşan li hemberî şoreş û destkeftiyên xwe dibînin, em ê di eniyên pêş de têbikoşin.
Di 4’ê Cotmehê de dewleta Tirk li dijî herêmê pêleke nû ya êrişan da destpêkirin .
Di êrişan de her tişt da ber xw , di serî de êrişî binesaziya vê herêmê kir û hewl da wê ji holê rabike .
Fermandara YPJ’ê Zozan Brûsk derbarê êrişên herî dawî li dijî Rojava nirxandin kir .
Zozan Brûsk di destpêka axaftina xwe de wiha behsa rêveçûna şoreşa jinan kir:
“Şoreşa me bi rengekî hêsan nehat avakirin, bi ked û bedêlên giran gihîşt vê qonaxê. ”
Zozan destnîşan kir ku êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gel dide meşandin ji dervî rêgezê şere.
Fermandara YPJ’ê Zozan Brûsk teqez kir ku ew ê di eniyên şer ên herî pêş de tola jin û zarokan bigrin.
Zozan têkildarî xwepêşandanê li siwêdayê jî diyar kir ku jinan li hemberî dewletekê serî rakir.
https://youtu.be/xBlmoJret0A?si=XHZQZsC6rQfULtCA



