Meclisên bajarên Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê pêngava paqijiyê dest pêkirin

Meclisên bajarê Qamişlo, Dêrikê û Girkê Legê bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, dest paqijkirina herêmê kirin.

Însiyatfîya paqijkirinê bi hevkariya di navbera meclisa navçeya Dêrikê û meclisa navçeya Girkê Legê û meclisên herêmî û saziyên sivîl ên kantona Qamişlo de, hate destpêkirin.

Bi dehan endamên meclis û xebatkarên şaredariyê beşdarî insiyatîvê bûn.

Armanc ji însiyatîfê ew e ku kolanên sereke û sûk bên paqijkirin.

Kesên ku beşdarî insiyatîfê bûn bang li şêniyan kir ku paqijiyê bi pêş bixin.

Back to top button