Li eyaleta Hûzîstan a Îranê ji ber nebûna avê xwepêşandan pêk hatin

Belê tevî van baran û lêhiyan jî li beşên din yên cîhanê jî zuhabûn heye.
Li eyaleta Hûzîstanê ya Îranê ji ber tunebûna avê çalakiyên protestoyê hatin kirin.
Di çalakiyan de şer çêbû û hate diyarkirin herî kêm 3 kes mirin.

Li gorî ajansa nûçeyên fermî ya welat Îrna yê li Hûzistanê ya ku rezervên petrolê hene, ji dawiya meha Adarê ve hişkesalî û alozî heye.

Li gorî ajansa Tasnîmê roja Înê ji ber tunebûna avê li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatine kirin.

Çavkaniyên mûxalif diyar dikin ku di çalakiyan de hêzên dewletê li çalakgeran dane û 3 kes mirine.

Tê ragihandin ku li 12 bajaran ji ber tunebûna avê çalakiyên protestoyê tê kirin.

Çalakî sê roj in li ser hev tên kirin û tê diyarkirin hêzên ewlekariyê bi çekan li çalakgeran didin.

Çavkaniyên mûxalif diyar dikin ku bendav karesatan bi xwe re tînin û dewlet her sal ava çeman difiroşe Kuweytê û ji ber vê jî li herêmên rojavayê welat av kêm dibe.

Back to top button