Berxwedana zindanan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardarî didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt 234 roj li pey xwe hişt.LI gel vê çalakiya piştevaniya ya li Mexmûr û Yewnanistanê jî dewam dike. Her wiha gel li Şirnexê banga azadiya rêber Apo kirin. 

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 234’an de ye.

Li gel vê çalakiya piştevaniya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî 213 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya grevê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê û ji pênc rojan carekê bi dorveger dewam dike.

Çalakî di roja 198’an de bi dewrgirtina koma 40’î dewam dike.

Berdevkê koma nû ku çalakî dewrgirtin diyar kir ku ew çalakiya xwe bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojeva dewr digrin.

Li Şirnexê gel banga azadiya Rêber Apo kir

Duh jî li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê bi dirûşma “Dema Dema Azadiyê ye” şayiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de bi hezaran kesên ku kom bûn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan û xwestin ku demildest tecrîd bê bidawîkirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz a ku di şahiyê de axivî jî bal kişnad ser êrîşên li ser Gelê Kurd û li hemberî vê girîngiya yekitiya neteweyî.

Salîha Wiha got:

Dem dema bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.

Back to top button