HPG: Li Elkê du gerîla bi giranî birîndar bûn û dîl ketin

HPG’ê ragihand ku 21 Hezîranê di encama bombera dewleta Tirk a dagirker de li herêma Sîxurpaşa ya Elkêya Şirnexê 2 hevreyê wan bi giranî birîndar bûn û dîl ketin destê dijmin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku 21 Hezîranê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li herêma Sîxurpaşa ya Elkê ya Şirnexê 2 hevreyê wan dîl ketin destê dijmin û wiha got:

Dema hevalên me Alîşer û Maaz li ser erka xwe bûn, cihê wan heta 22’ê Hezîranê hate bombekirin.

Her du hevalên me yên bi giranî birîndar bûbûn ji aliyê dijmin ve dîl hatin girtin.

Bi domdarî HPG’ê têkîldarî çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk ev agahî dan:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

6’ê Tîrmehê pergala radarê ya dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran hate îmhakirin.

Ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin.

HPG: Qadên berxwedanê 75 caran hatin bombekirin

Têkildarî êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiya de ev tişt parve kir:

Di 5 û 6’ê Tîrmehê de qadên berxwedanê yên Metîna, Zap û rojavayê wê

9 caran bi balafirên şer, 66 caran obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button