YE ji bo Ukrayna pîşesaziya parastina xwe dixe tevgerê

Yekîtiya Ewropî ji bo Ukraynayê pîşesaziya parastinê vedijîne
YE’yê ji bo vejandina pîşesaziya parastinê ya li welatên endam, çalakî pêk anî.
Bi vî awayî, tê xwetin hêza parastinê yên welatên endam xurt bike.
Lê tevî vê yek ji armancên sereke pirsgirêka guleyan a Ukrayna jî çareser bike ye.

Welatên Yekîtiya Ewropa dixwazin bibin dermanê birîna Ukrayna.

Ji ber vêyekê, hewil didin pirsgirêkên Ukrayna yên di peydakirina top, fîşek û moşekan de çareser bikin.

Welatên YE bo mijarê plandek danîn.

Hat ragihandin ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê duh bi şev bi nûnerên Parlamentoya Ewropayê re li ser planê li hev kirine.

Li gorî vê yekê,

YE wê bi şert û mercên madî yên balkêş pîşesaziya parastinê ya li Ewropayê teşwîq bike û berfirehkirin û zêdekirina kapasîteya xwe ya hilberînê misoger bike.

Di meha Gulanê de Komîsyona YE’yê ragihandibû ku bi armanca vejandina pîşesaziya parastinê wê 500 mîlyon Euro ji butçeya Yekîtiya Ewropayê were veqetandin.

Niha jî Spanya serokatiya YE dike.

Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarita Robles têkildarî planê got:

Peymana ku şevê din hate dayîn nîşaneyek din a hewildanên bêwestan ên YE ji bo piştgirîkirina Ukraynayê ye.

Li gorî Wezîra Spanya, ev peyman herwiha biryardariya YEyê ji bo bihêzkirina teknolojiyên parastin û pîşesazî li YEyê nîşan dide.

Di êrişa 24’ê Sibata 2022’an a Rûsya li ser Ukrayna dayî despêkirin de, welatên YE rastiya kêmaniya xwe ya di parastinê de jî dîtin.

Piraniya welatên YE piştevaniya Ukrayna dikin.

Lê beriya êrişê ji ber paşguhkirina sîstemên parastinê ya li nava welatên YE, niha Ukrayna êşa wê dikişîne.

Bi 500 mîlyon euroyê ku Komîsyona Yekîtiya Ewropî ji budceyê veqetandiye, armanc ew e ku pîşesaziya leşkerî ya wê bêtir hilberandinê seferber bike vejîne.

Lihevkirina ku şeva borî di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê de pêk hat, pêwîst e ji aliyê Konseyê ve were pesendkirin û li Parlamentoya Ewropayê bikeve dengdanê.

Ji ber piraniya welatan li ser planê li hev kiriye, xistina wêya dengdanê tenê pêkanîna rêgezan e.

Serlêdana wê pîşesaziya parastinê vejîne jî tê payîn vê mehê bikeve meriyetê.

Back to top button