DYA pêşnûme qanûna leşkerî ya piştevaniya ji bo Atîna pejirand

Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA pêşnûme qanûna bi navê “Zagona Hevkariyê ya Parastin û Qanûna Hevpar a navbera Parlamentoya DYA-Yewnanîstan” qebûl kir.

Pêşnume 9ê Hezîranê ji aliyê Serokê Komîteya Demokrat Bob Menendez û Komarparêz Marco Rubio ve hat pêşkêş kirin,

Pêşnûme piştî ku ji aliyê komîteyê ve hat qebûlkirin ji Civata Giştî ya Senatoyê re hat şandin.

Senator Menendez keyfxweşiya xwe ya ji bo piştevaniya pêşnûme qanûnê anî ziman û wiha got:

Ev pêşnûma ne tenê piştgirî dide hewldanên Yunanîstanê ji bo nûjenkirina hêzên xweyên çekdar.

Di peyama ku Demokratan li ser hesabê Twitterê yê Komîteyê parve kir de, hat diyarkirin ku armanca pêşnûmeyê “piştgiriya aramiya ji bo li Rojhilata Navîn”.

Ger pêşnûme di Civata Giştî de bê qebûlkirin, wê ji Serok Joe Biden re were şandin.

Pêşnûme pêşniyar dike ku DYA di warê nûjenkirina artêşbûna xwe de piştevaniya Atîna were kirin.

Di heman demê de pêşnûme destûra radestkirina balafirên F-35 ên ji aliyê Atîna ve hatiye xwestin jî dike.

Back to top button