Çavdêrên Siyasî: Divê hêzên Kurdî li dijî pilanên Tirkiyê hevgirtî bin

Li dijî êrişên dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li Başûrê Kurdistanê, çavdêrên siyasî nerazîbûn nîşan dan.
Ew dibêjin: “Divê tevahî hêzên Kurdî bi taybetî jî yên muxalif li dijî siyaseta qirêj û dagirkeriyê bixin yek.”

Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî anî ziman Dewleta Tirk bi rêya hêzên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê lîstikek qirêj dilîze û tekez kir “Divê Tevgera Azadî û tevayî hêzên din ên muxalif kom bibin û helwesteke hevpar nîşan bidin.”

Çavdêrê Siyasî Kawa Nadir jî dibêje:

“Rast e niha Kurd rastî dagirkeriyeke mezin tên, lê baweriya min heye wê weke her tim careke din bikarin xwe li ser lingan bigrin û xwe birêxistin bikin.”

Back to top button