Der barê şoreşa 19’ê Tîrmehê de Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS’ê li Amûdê komcivîneke navneteweyî li dar dixe.
Kocivîn bi slogana “Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” li hola Beylesan dest pê kir.
Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên li herêmê û derveyî herêmê jî di komcivînê de amade ne.
Komcivînê, wê li ser sê rûniştinan were dabeşkirin:
Ya yekê bi navê ”Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk”.
Rûniştina duyemîn jî, bi sernavê ”Rêveberiya Xweser a Demokratîk wek nimûne û tecrube” ye,
Ya sêyemîn jî wê bi sernavê ”Zehmetî û astengiyên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de” be.
Dibe îro êvarî komcivîn bi encamnameyekê bi dawî bibe.