Jiyan Dêrik: Şoreş bi têkoşîna hevpar a jinan pêk tê

Berxwedanên ku bi dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` dest pê kirine, li hemû cîhanê berdewam dikin. Rojnameger Jiyan Dêrîk diyar kir ku êşên jinan hevpar in û ew ê bi têkoşîna xwe ya hevpar pergala kapîtalîst biguherînin.

Rojnameger Jiyan Dêrîk derbarê têkoşîna hevpara jinan û êri şên sîstema dest hilatdar a li dijî de nirxandin kir.

Jiyan diyar kir ku bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan wê civak li cewhera xwe vegere û tevî hemû kriz û êrişan jî wê jin bi têkoşîna xwe sedsala 21’an sedsala jinê û got: “Rastiya ku rola jinê derdixe pêş, bi têkoşîn û şoreşa hevpar a jinê pêk tê.

Jin wê bi vîn û hêza xwe sîstemên zayendperest, olperest û kevneperest ên mîna Îran, Efxanistan û gelek welatên Rojhilata Navîn têk bibin.

Jiyan Dêrik: Ger jin pêşengiya şoreşê nekin civak nikare li ber xwe bide

Jiyan Dêrîk destnîşankir ku vegera civakê ya li cewhera wê, bi vegera jinê ya li cewhera wê ve girêdayî ye. Ger jin pêşengiya şoreşê neke civak nikare li ber xwe bide.

Jiyan Dêrik: Berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû cîhanê didome

Jiyan Dêrîk destnîşan kir ku li Afganîstanê kuştina Mîrsal Nebî Zade, li Rojhilat JÎna Emînî, Komkujiyên li Parisê,li başûrê Kurdistanê Nagihan Agarsel bi destê heman zihniyetê tên kirin. Êş û têkoşîna jinan li her derê heman e.

Rojnamevan Jiyan Dêrîk dawiyê de teqezkir ku devera ku jin lê nebe, jiyan û azadî le nabe.

Back to top button