Rêjîma Sûrî û hikûmeta demkî ya Lîbyayê, li hev kir

Li ser hevkariya li dijî siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk Serokê rêjîma Sûrî, Beşar El-Esed bi şandeya Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê re li hev kir.

Beşar El-Esed bi şandeya hikumeta demkî ya Lîbyayê ku girêdayî Xelîfe Hefter e civiya.

Aliyan, pêşketinên li herdu welatan, şerê li dijî terorê û destwerdana derve bi taybet ya dewleta Tirk nîqaş kirin.

El-Esed teqezî li ser hevkariya herdu welatan kir.

Aliyan diyar kir ku tişta li Sûriye û Lîbyayê çêdibe heman e.

Hat gotin şerê li dijî terorê ku hevkarê wê Tirkiyê ye, ne tenê girêdayî herdu welatan e, lê girêdayî herêmê bi giştî ye.

Ev şer jî çarenûsa herêmê diyar dike.

Duh jî, Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd El-Muelim, bi şandeya Lîbya re rûniştibû û li ser vekirina balyozxaneyên xwe û yekbûna hewlwestên li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê li hev kirin.

Back to top button