Ji bo tolhildana şehîdên Qamişlo, QSD’ê li dijî çeteyên Tirkiyê çalakî kir û 6 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê mijarê de ev agahî parve kirin:
Êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li dijî heremên me dewam dikin.
Komeke çete ku ev êrişan li dar dixistin ji aliyê yekineyeke me ve hat şopandin.
7’ê Tebaxê, li gundê Erîşa yê Til Temir Yekîneyeke me bi ser wan çeteyan de girtin.
Di encamê vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin.”
QSD’ê eşkere kir ku di çalakiyê de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bû.
QSD’ê anî ziman ku ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên Qamişloyê bû.
#LEZGÎN || Ronahî TV
Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD:
🔴Hêzên me li Til Temirê li komeke çete da
🔴Yekîneyeke me li gundê Êrîşa girt ser çeteyan
🔴6 çete hatin kuştin
🔴Ev çalakî bo tolhildana şehîdên Qamişloyê ye
🔴Şervanekî Meclisa Leşkerî ye Til Temirê şehîd bû pic.twitter.com/ZY9WmlLdWZ— Ronahi tv (@tvronahi) August 9, 2023