YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasname ya 4 şerwanên ku 3’ê Tebaxê di êrişa Hirmê Şêxo de şehîd ket ragihand.
Navendê diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanê xwe eşkere kir.

YPG’ê di daxwiyana xwe de got:

“Di 3’ê Tebaxê de li gundê Hirmeşêxo yê girêdayî kantona Qamişlo, wesayîtek hate hedef girtin.

Di wesayîtê de 4 rêhevalên me yên ku di betlaneyê de, bûn hedefa vê êrîşa namerdane.

Hevrêyên me Diyar, Garzan, Hîwa û Orhan şehîd bûn.

Bi bawerî û coşeke mezin şehîdên me xebatên şoreşê meşandin, hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin bi cîh anîn.

Tevlîbûna van hevrêyên me bi taybetî di şerên sala 2014-2019’an de li dijî DAIŞ’ê bêhempa bû.”

Navendê Derbarê kesayetên 4 cangoriyên azadiyê de ev agahî da:

“Rêhevalên me Diyar ku li Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû, mîna xwişk û birayê xwe beşdarî doza azadiya gelê xwe bû.

Di pêngavên leşkerî yên ku me li dijî DAIŞ’ê de weke şervan û fermandar pratîkeke de şerekî serkeftî da meşandin.

Hevalê Orhan ku şerê xwe yê dijî DAIŞ’ê de tevî ku birîndar bû dev ji têkoşîna xwe berneda heta kêliy dawî têkoşiye.

Rê heval Garzan di hemû merheleyên jiyana xwe de bu minaka serkeftinê.

Bi qasî ku di şer de jîr û jêhatî bû, bi heman rengî di perwerdeyê de jî helwesteke serkeftî nîşan da.

Hevalê Hîwa Di şerê 6 salan ê bênavber ê li dijî DAIŞ’ê de, beşdarî operasyonên Til Hemîs, Hesekê, Serêkaniyê, Girêsipî, Tişrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû.

Ji bo wê fedakarî û keda wan wê ti carî neyê jibîrkirin û her tim di têkoşîna me de bê bîranîn”.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Diyar Şoreş
Nav û Paşnav: Diyar Xelîl
Navê Dayikê: Narîman
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-3’ê Tebaxa 2023

Nasnav: Garzan Qamişlo
Nav û Paşnav: Berzan Şêxmus
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Mustafa
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-3’ê Tebaxa 2023

Nasnav: Hîwa Qamişlo
Nav û Paşnav: Ehmed Simo
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Fadil
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-3’ê Tebaxa 2023

Nasnav: Orhan Qamişlo
Nav û Paşnav: Aram Îbrahîm
Navê Dayikê: Şêxa
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-3’ê Tebaxa 2023.

Back to top button