Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 salin xweza tê talan kirin

Di nava 3 salan de 37 qadên daristanan hatin şewitandin û li 67 herêman jî dar hatin birîn.
Dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Cûdî, Besta, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê şewitandin û birîna daran didomîne.
Di nava 3 salan de 37 qadên daristanan hatin şewitandin û li 67 herêman jî dar hatin birîn.

Dewleta Tirk ya dagirker li Kurdîstanê polîtîkayê qirkirina xwezayê dide meşandin.

Herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê ku di bin ewlehiya leşkeran de ne 3 sal in tên şewitandin û dar lê tên birîn.

Dagirkeriya Tirkiyê vê sûcê xwe jî bi navê ewlehiyê rewa dike.

Darên ku tên birîn li bajarên cûda yê Tirkiyê tên firotin.

Ajansa Mezopotamya sûcên dagirkeriya Tirkiyê bîlançoya 3’ê salî dwî eşkere kir.

Li gor wê:

Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn

Şewatên ku di nava 3 salan de li herêmên Çiyayê Cûdî, Besta û Gabar derketine wiha ne:

  • Di sala 2020’an de 6 deverên cûda daristan hatin şewitandin.
  • Di sala 2021’an de jî dagirkeriyaTirk ji meha Gulanê heta meha Mijdara heman salê 59 deverên daristan şewtiandin.
  • Di sala 2022’an de jî herêma kanîmar hate şewitandin.
  • Di sala 2023’an 6 heremên bestayê hatin şewitandin.

Dagirkeriya Tirk bi hinceta ewlehiyê welatiyên ku xwestin agir vemirne jî asteng dike û bi vê re jî sînor dar nema vê carê bi dest nokeran dest bi birîna daran kirin.

Li gor bîlançoyê dagirkeriya Tirkiyê:

  • Di sê salên borî de li heremê Besta 28 devere bi destê noker û xayînan dar tên birîn.
  • Her wiha dîsa bi destê heman nokeran 26 daristanên cûdî jî hatin birîn.

Li herêma Besta, Cûdî û Gabarê 3 sal in bênavber dar tên qirkirin

Back to top button