Partiya Demokratîk a Gelan – HDP’ê di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” a destpêkirin de serdana ji bo partiyên muxalefetê berdewam dike.
HDP piştî serdana CHP’ê û Partiya Saadetê îro jî çû serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA).
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re civiyan.
Hevdîtin nêzî saetekê berdewam kir û di hevdîtinê de li ser pirgirêka qeyûm, bêkarî, bê hiquqî, pirsgirêkên giştî Tirkiyê nîqaş hate kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî serdana Partiya DEVA’yê daxuyanî da û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi hêza yekîtiyê û tifaqa demokrasiyê ya muxalefetê heye.
Bûldan piştî daxuyaniyê diyar kir ku ew ê di 17’ê sibatê de li gel Partiya Pêşerojê jî hevdîtinê pêk bînin û dê ji Partiya ÎYÎ jî randevûyê bixwazin.



