Artêşa Tirk baregeheke hikumeta Şamê li Girê Spî topbaran kir

Artêşa Tirk û çeteyên wê baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarê Girê Spî topbaran kir.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Seyan a rojavayê Girê Spî ya topbaran kir.

Di encama topbaranê de leşkerekî hêzên hikumetê birîndar bû.

Dewriyeyeke hevbeş li gundewarê navçeya Dirbêsiyê pêk hat

Her wiha vê sibehê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk dewriyeyeke hevbeş li gundewarê navçeya Dirbêsiyê pêk anî.

Dewriyeya hevbeş a polîsên Rûsyayê û dewleta Tirk ji deriyê sînorê Şirk ê li rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir.

Dewriye li gundên başûr û rojhilatê navenda navçeya Dirbêsiyê yên Şirk, Dilîk, Selam Elîk, Quneitra, Şemsor, Til Kadîş, Ginamiyê, Karabatlî, Til Têrî, Til Karmê û Xankê geriya.

Back to top button