Berdevkê Fermandariya Hêzên Iraqî Yehya Resûl ragihand ku qonaxa 3. a paqijkirin û venêrandina bajarê Selahedînê dest pê kir.
Yehya Resûl da xuyakirin ku îro bi rêvebirina Fermandariya Operasyonên Hevbeş, operasyona Ebtal El-Îraq ji 3 aliyan ve dest pê kir.
Resûl her wiha diyar kir ku Wezareta Parastin, Wezareta Hundirîn û Desteya Heşd El-Şebî beşdarî vê operasyonê bûne.
Li gorî Yehya Resûl, ev operasyon bi armanca têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ, xwestiyên hikumetê, rakirina bermahiyên şer û aramkirina van herêman dest pê kiriye.