Mihemed Reşîd: Dagirkeriya Tirk şêwazekî nû ji bo guhertina herêmê bi kar tîne

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd diyar kir ku bêdengiya navnetewî rê da Tirkiyê ku sûcan li dijî sivîlan pêk bîne. Mihemed Reşîd destnîşan kir ku dewleta Tirk wê bibe sedema dirêjkirina aloziya Sûriyê.

Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide çavnebariyên dewleta Osmanî ya têkçûyî, vegerîne.

Bi vê armancê, rêbazên nû bi kar tîne da ku hejmareke mezin a çeteyên Sûriyê kom bike û bi rêya wan planên xwe pêk bîne.

Dagirkeriya Tirk, siyaseta Tirkkirinê li herêmên dagirkirî dimeşîne, nexasim li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Reşîd destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide herêmê bike herêmeke Tirkî û demografiya wê biguherîne.

Mihemed Reşîd got:

“Dewleta Tirk şêwazekî nû ji bo guhertina herêmê ji aliyê çandî, siyasî, aborî û civakî ve, bi kar tîne.

Dixwaze sivîlên herêmê wekî Turkmenên resen nîşan bide û ji wan re belgeyên sexte amade dike.

Ew hewl dide herêmê tev li xaka Tirkiyê bike û mîsaqî millî yê kevin, pêk bîne û desthilata Osmanî li ser hesabê gelan berfireh bike.”

Mihemed Reşîd: Bêdengiya hêzên navnetewî, sedema dewamiya sûcên Tirkiye ye

Reşîd anî ziman ku Tirkiye ji bêdengiya hêzên nanvetewî sûdê digire û êrîş û binpêkirinên xwe her berdewam dike.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba teqez kir ku dewleta Tirk wê bibe sedema dirêjkirina aloziya Sûriyê bi giştî.

Back to top button