Li Amedê vê sibê polîsên AKP’ê bi ser malan de girt û bi dehan kes binçav kirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, vê sibê polîsên AKP’ê li Amedê careke din bi ser malan de girt û hevşeradar û rojnamevan jî di nav de, bi dehan kes binçav kirin.

Di serdegirtina malan de, polîsan li malan lêgerîn pêk anîn û mal tev li hev kirin.

Di nav kesên hatine binçavkirin de, rojnamevan Heqî Boltan ku heman demê pêşkêşvanê televîzyona me ye jî, hevşaredara Gêlê Gulistan Ensarîoglû, rêveberên HDP’ê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk, endamên şaredariyan û çalakvan hene.

Hat gotin ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Tirk ku daye destpêkirin de, pêk hatine.

Hiceta binçavkirinan nehat zanîn û yên hatin binçavkirin ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Di 25’ê Îlonê de jî, 182 kes ku di nav de hevşaredar, parlementerên berê, endamên TJA’yê û siyasetmedar hebûn hatin binçavkirin.

Back to top button