XWENDEKARÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BI ŞAHIYEKÊ KARNAMEYÊN SALA PERWERDEYÊ WERGIRTIN

Li Şehbayê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê bi şahiyekê karnameyên sala perwerdeyê ya 2018-2019’an li xwendekaran belav kir.

Karname li 13 hezar û 113 xwendekarên seretayî, navîn û amadehî ku li 65 dibstanên kantonên Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê dixwendin belav kir.

Li gorî berdevka Komîteya Perwerdeyê ji sedî 85 xwendekar serkeftine.

Di şahiyê de Komîteyê daxwiyanek derbarê zehmetiyên ku di warê perwerdeyê de ji ber êrîş û koçberkirinê hatin kişandin, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de gotin dê têkoşîna di warê perwerdeyê tevî hemû şert û mercên zehmet dewam bikin.

Piştre di şahiyê de Koma Tevgera Kevana Zêrîn û Koma Şehîd Elî Çîçek stran û şano pêşkêşkirin.

Leave a Reply

Back to top button