Hêlîn Ûmît: Cezayên nû yên li ser Rêber Apo konseptek e

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît der barê cezayê nû yê li dijî Rêber Apo nirxandiin kir.
Hêlîn Ûmît da zanîn ev ceza di çarçoveya konseptekê de tê kirin û bang li gel kir ku hîn zêdetir li hemberî polîtîkayên li Îmraliyê hestiyar bibin û têkoşînê mezintir bikin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît di bernameya taybet a Medya Haber TV der barê birîna cezayên nû li dijî Rêber Apo û girankirina tecrîdê de nirxandin kir.

Hêlîn Ûmît diyar kir birîna cezayên nû li dijî Rêber Apo û qedexekirina hevdîtinê heta 6 mehan di çarçoveya konseptekê de tê kirin û got:

Em nikarin vî cezayî bi serê xwe weke rastiyekê binirxînin.

Ev cezayê dawî jî weke pêkanînên din, di çarçoveya konseptekê de tê kirin.

25 sal in wisa ye.

Polîtîkayên Îmraliyê divê di çarçoveya êrîşên qirkirinê yên giştî de werin nirxandin.

Êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê li Îmraliyê jî bi heman rengî didomin.

Wekî êrîşeke li ser Rêber Apo didome.

Hêlîn Ûmît tekez kir divê ne pêkanînên li Îmraliyê û ne jî helwest û berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê ji pêvajoyê serbixwe neyê nirxandin.

Hêlîn Ûmît: Dixwazin hêviya gelê Kurd were şikandin

Hêlîn Ûmît diyar kir ji bo ku Rêber Apo ji mafê xwe yê hêviyê sûdê wernegire weke girtiyekî ku timî cezayên disiplînê werdigre, tê nîşandan û wiha anî ziman:

Aliyekî şaş ê hiqûqî ya bi vî rengî heye.

Pozîsyon û cihê Rêber Apo, rewş û cihê gelê Kurdistanê diyar dike.

Nayê xwestin ku rastiya Rêbertî were naskirin û gelê Kurd mafê hêviyê nas bike.

Tê xwestin ku hêviya gelê Kurd were şikandin.

Lewma divê ji her demê zêdetir hêvî were mezinkirin û pê re were jiyîn.

Hêlîn Ûmît: Pêwîst e fikrê rêbertî zêdetir bikeve rojeva Tirkiyê

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît bang li gel kir ku hîn zêdetir li hemberî polîtîkayên li Îmraliyê hestiyar bibin, hemû jiyan û çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de bimeşînin û wiha nirxandina xwe bi dawî kir:

Pêwîst e nêzîkatiya çareseriyê ya Rêber Apo hîn zêdetir bikeve rojevê û zêdetir were nîqaşkirin.

Em tevgereke wisa ne ku me dewletparêzî derbas kiriye.

Ew dibêje ku PKK’ê cudakar in. Weke PKK’ê nêzîkatiya me ya çareseriyê ya di vê mijarê de diyar e.

Em projeya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiye û Kurdistanê diparêzin.

Lê em dixwazin li ser esasê wekheviyê be û mîmarê wê Rêber Apo ye.

Ji ber vê yekê pêwîst e fikrên Rêber Apo zêdetir bikeve rojeva civaka Tirkiyê.

Back to top button