Li navçeya Hezex a Şirnexê êrişê şêniyên gundê Delavêqesrê hate kirin

Piştî hilbijartinan dewleta Tirk a dagirker deverên weke Şirnexê li dijî gelên li heremê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê xwedî helwestin dest bi êrişan kir.

Dewleta Tirk a dagirker vê sibê li ser gundê Delavêqesrê yê navçeya Hezex a Şirnexê de girt.

Ev gundê navborî ji ber ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de ji sedî 80’ê dengê xwe dan Partiya Çepên Kesk zext li ser wî zêdebû. Ev cara 5’an de desthilata faşst a Akp, Mhp û Hûdaparê ji bo şêniyên gund cezabikin hewildan kehrebeya gund qutbikin.

Gundiyên Delavaqesrê li dijî vê yekê rabûn û di encam de di navbera aliyan de rageşî çêbû.

Şêniyên gund li dijî leşker û polîsên artêşa Tirk a dagirker di navberxwedanê de ne.

Kehrebeya gund hate qutkirin û leşkeran agir bi zeviyan xist

Leşkerên dagirker bi ava şit, gazên rondikrij êrişê girseya ku li berxwe dide kir û hate ragihandin ku di encama êrişê de birîndar hene.

Di vê gundê de 3 hezar kes jiyan dikin, dewleta dagirker kehrebeya gund qutkir û agir bi zeviyên gundiyan xist..

Berxwedana şêniyên gundê Delavêqesrê didome.

Back to top button