5 welatî li Efrînê hatin revandin

Hovîtiya li Efrîna dagirkirî tê kirin dewam dike.
Cardin bi behaneyên her carê 5 welatî li Efrînê hatin revandin.

Bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin; Istîxbarata Tirkiyê 4 welatî ji gundê Belût a Cindirêsê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ye:

Reşîd Şukrî Seydo 32, Mistefa Ebdo Hisên 29, Kerîma Mistefa Hisên 22, Meryem Ebdurehman Elî 21.

Çarenûsa van welatiyên ku hatine revandin heya vê kêliyê ne diyar e.

Her wiha Çeteyên Ehrar Elşerqiyê jî welatiyê bi navê Henîf Wehîd ê ji gundê Xalta revandin.

Hate diyarkirin ku çeteyan Wehîd ber bi girtîgeheke li Ezazê ve birin û erebeya wî û 1500 dolarê pêre jî destserkirin.

Jinek ku dixwest ji Heleb derbasî Efrîn bibe ji aliyê çeteyan ve hat girtin

Li aliyê din, koma bi navê polîsên leşkerî jineke ku ji Heleb dixwest derbasî gundewarên Efrînê bibe revandine û ew biririne girtîgeha marata.

Back to top button