Meşa dirêj a li Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve dest pê kir

Ciwanên li Ewropayê bi dirûşma “Em ê di sala 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” dest bi Meşa Dirêj kirin.

Çalakiya Meşa Dirêj a li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve bi dirûşma “Em ê di sala 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” destpê kir.

Ji Awûstûrya , Îngilîstan, Fransa, Swîsre, Hollanda û Elmanyayê hejmareke zêde ciwan beşdarî Meşa Dirêj bûn.

Ciwanên ku li Qada Heîlbronn Theresienwiese kom bûn, beriya meşê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin.

Piştre Zekiye Dogan li ser navê TCŞ’ê axivî û got: “Weke ciwan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin.

Li dijî dewleteke bi bî rengî faşîst, wê têkoşîna me her tim bidome.

Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û em ê bibin parçeyek ji berxwedana gerîlayên li Kurdistanê li ber xwe didin.”

Bi heman awayî li gelek bajarên Ewropayê gelê Kurd û dostên xwe meşiyan û diyar kirin ku eger CPT rastiyan eşkere neke, ew ê çalakiyên xwe derbasî qonaxeke din bikin.

Bi hezaran kes li Ewropayê li dijî tecrîd û komployê meşiyan

Back to top button