Şêniyên Bajarê Minbicê ambaroya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê şermezar kir.
Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê mîtingeke li pêşiya Stada Şeşgoşe li dar xist.
Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên partiyên siyasî, koçberên Şehba û Efrînê beşdarî mîtingê bûn.
Li vir; bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Qanûnsaz û partiyên siyasî yên li Minbicê daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê hat şermezarkirin.
Her weha berxwedana şêniyan a li hemberî ambargoyê hat silavkirin û ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re sersaxî hat xwestin.
Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ambargoyê rake û mafên welatiyan mîsoger bike.