Hêzên Asayîşê yên-Jin duh kongreya xwe ya sêyemîn li Hesekê li dar xistin.
Di peyamê kongreyê de hate teqezkirin ku wê Asayîşa-Jin li hember planên qirkirinê yên li dijî vîna gelên herêmê û jinan bêdeng nemîne.
Yek ji biryarên herî girîng ku derketin, mezinkirina têkoşînê û birêxistinbûyîna xwe ji bo rizgarkirina hemû jinan ji çewisandinê.
“Bi hêza Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin em ê xeta xiyanetê têk bibin û ala azadiyê bilind rakin”..
Di bin vê dirûşmê de Hêzên Asayîşê yên-Jin kongreya xwe ya sêyemîn li Hesekê li dar xist.
Kongre bi tevlêbûna 600 delegeyan hat lidarxistin.
Di kongeryê de hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firyal Hesen axivî ..
Firyal Hesen tekez kir ku ev kongre dê bibe peyameke diyar ji bo hemû xayînan..
“YJA -Star rasti u cewhera jinan derxist pêş”
Endama Desteya Serokatiya PYD Foza Yunsif jî axivî û got:
“Jinan rastî û cewhera jinan derxist pêş ku YJA-Star nûnertiya wê dike.”
“Mîrasa Şehîd Bêrîtan firehtir dibe”
Her wiha Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê axivî..
Emîne Osê diyar kir ku parastina jinan û civakê ji êrişên derve û hundir, erka Hêzên Asayîşa-Jin e.
Piştre kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.
Li gorî komîteya amadekar, rewşa rêxistinî û rêziknameya hêzê hatin nîqaşkirin.
Di kongreyê de gelek biryar hatin stendin û ya herî girîn ev bû:
“Ji bo rizgarkirina jinan divê têkoşîn bê xurt kirin”
“Mezinkirina têkoşînê û birêxistinbûyîna xwe ji bo rizgarkirina hemû jinan ji çewisandinê.”
Li gor Endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a herêma Cizîrê hinek guhertin di logoya Hêzên Asayîşa jin de çêbû ..
Ew guhertin jî guliya genimê û çiqilê zeytûnê û 7 stêrk lê zêde bûn ku her stêrkek herêmeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîldike.