Jinek li Efrîna dagirkirî hat kuştin

Çeteyên dewleta Tirk jinek kuştin û agir bi darên zeytûnê dixin û hê jî tu kes deng ji xwe nayne

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî ragihand ku jina Kurd a bi navê Qedriya Elî ji xelkê Kobaka di encama berdana guleyên bêserûber de jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê diyar kir ku Qedriya li ber navenda Emniyatê ya çeteyên Sultan Mihemed El-fatih hate kuştin.

Li gorî rêxistinê piştî ku cenazeyê wê veguhestin nexweşxaneyê diyar bû ku bi zanbûn Qedriya hatiye kuştin û kujer çeka bêdeng bikaraniye.

Her wiha bi armanca koçberkirina Efrîniyên mayî û guhertina demografiya herêma Efrînê çeteyên dagirker sûcên xwe li wir didomînin.

Çeteyên dewleta Tirk ku birîna daran têra wan nekir, îcar dest bi şewtandina daran dikin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyan agir bi darên zeytûnê yên di navbera Keştar û Çelber de xistin.

Efrîn POST jî da zanîn ku bendên kontrolê yên çeteyên Polîsên Leşkerî rê li ber barkirina darên ku hatine birîn vedikin.

Çete ji her erebeyekê ku bi daran barkirî ye, ji 25 ta 50 L Tik distîne.

Back to top button