Konseya Mafê Mirovan: Li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan her diçe zêde dibe

Konseya Mafên Mirovan li ser bîlançoya mafên mirovan a Tirkiyê sekinî. Endamên Neteweyên Yekbûyî bi zimanekî tund dewleta Tirkiye rexne kir û dawza rêzgirtina ji bo hiqûqa navnetewî hate kirin. Di rûniştinê de dagirkeriya dewleta Tirkiyê li Sûriyê jî hat rexnekirin û hebûna wê bi dijî hiqûqa navnetewî hat bi navkirin.

Koma Xebata Analîza Perîyodîk a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cara sêyemîn li ser bîlançoya mafên mirovan a li Tirkiyê rawestiya.

Dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser rapora pêşniyazên ji bo Tirkiyê ya 14 rûpel û rapora dewleta Tirk a ku pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye nirxandin hatin kirin.

Belçîkayê diyar kir ku li Tirkiyê saziya darizandinê ketiye bin kontrola hikumetê.

Kandayê jî diyar kir ku li ser rojnameger, nûnerên mafên mirovan, akademîsyen û siyasetmedarên mûxalif zextên mezin hene.

Danîmarkayê jî bi zimanekî tund zextên li ser şaredariyên HDP’ê û erkdarkirina qeyûman rexne kir û got:

“Ev tişt ne li gorî demokrasiyê ye.

Şaredarên ji peywira hatine dûr xistin divê vegerin ser karê xwe û qeyûmên hatine erkdarkirin were betalkirin.

Konseya Mafê Mirovan: Tirkiyê pêşniyaran ber çavan re nagre û rêzê ji hiqûqê re nagire

Almanya jî got:

Divê hikûmet darazê di bin kontrola xwe de bihêle.

Divê hiqûqa têkoşîna bi terorê re li gorî standartên mafê mirovan a navneteweyî bê başkirin.

Nûnerê Alman bibîr xist ku divê lêpirsînên derbarê rojnamevan, siyasetmedarên muxalîf û akademîsyenan demildest bi dawî bibin, her wiha divê Tirkiye pêşniyaran li Tirkiyê tê kirin li ber çavan bigre.

Swîsreyê jî dest nîşan kir ku divê mafê azadiya derbirîn û çapemeniyê bê bihêzkirin û dawî li nêzîkatî û êşîkenceyê bê anîn.

Konseya Mafê Mirovan: Divê demil dest siyasetmedarên HPD’ê werin berdan

Nûnerê Amerîka bi bîr xist ku dewleta tirk pêşniyaran li ber çavan nagire û her roj li Tirkiyê binpêkirina mafan zêde dibe.

Amerîka îşaret bi zextên li ser HPD’ê kir û got, divê demil dest siyasetmedarên HDP’ê bên berdan.

Piraniya welatên Konseya Mafê mirovan a NY bang li Tirkiyê kirin ku rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigre.

Di rûniştinê de dagirkeriya dewleta Tirkiyê li Sûriyê jî hat rexnekirin û hebûna wê bi dijî hiqûqa navnetewî hat bi navkirin.

Tê payîn encamnameya rûniştinê 30’ê Çileyê were eşkerekirin.

Back to top button
Close
Close