HÊZA XWEPARASTINÊ YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HAT RAGIHANDIN

Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Hêzên Xweparastinê ragihandin ku ew ê bingehên hêzên dagirker yên li Başûr bikin hedef.

Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li navçeyên Cênakokê ya Başûrê Kurdistanê pêngaveke Erebkirin, talankirin, kuştin û revandina welatiyan dest pê kiriye.

Her demê dewleta Osmaniya Nû dagirkirineke nû li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Biradost, Kerkûk û Behdînanê bi rêve dibe.

Mixabin, hêzên Başûrê Kurdistanê hevkarên wê dagirkirinê ne.

Ji ber bêdengiya desthilata Başûr a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê, Hêza Xweperastinê ya Başûr hatiye damezirandin.

Hêza Xweparastinê ya Başûr bingehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike hedef.

Em bang li hêzên pêşmerge, aliyên siyasî yê Başûr dikin ku bi me re Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin.

Leave a Reply

Back to top button