Helbestnûsa ciwan a Şehbayê…Nivîsên li ser welat û dûrketina jê bi qelama dilekî ciwan

Biharîn keçeke ciwan e, û gelek ji nivîsandina Kurdî hez dike. Biharîn li Şehbayê dimîne û berê qelema wê bêhtir li helbestê ye. Ew dibêje, bi helbestê êş û azarên xwe yên ji ber dûrketina ji cih û warên xwe tîne ziman.

Helbest, hunera derbirîna dil û hiş e.

Di pêşketina ziman de helbest xwedî roleke girîng e û şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend û bi dengên ahengdar tê hûnandin.

Di helbestan de bibîrxistin, nîqaş û feraset cihên girîng digrin.

Zaroka Efrînî Biharîn Mihemed ya 16 salî û ji gundê Xelîlaka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ye, bi riya pênûsa xwe helbestan dinivîsîne û êşa ku dîtiye bi lêv dike.

Niha Biharîn li Şehbayê dimîne û helbestên li ser dûrketina ji ax û cihên xwe Efrîn dinivisîne.

Biharînê derbarê nivisandina helbestan nêrîna xwe bi me re parve kir.

Biharîn di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser nivîsandina helbestan bi pênûsa xwe yekem car.

Biharîn Mihemed anî ziman ku wê berhemek nivîsandî ew jî kurtepirtûk e û bi zimanê Erebî û Kurdî ye bi navê “Çawa em bi Kurdî biaxivin” nivîsandiye.

Di dawiyê de Biharîn Mihemed bang li her kesê kir ku xwedî li hestên xwe derkevin û got:

Hêviya min kesî ew e ku ji her milî ve xwe xurt bikin.

Back to top button