Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rakan El-Zabo bi merasîmekê li goristana Şehîdan oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rakan El-Zabo 28’ê Adarê şehîd bû.
Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şehîd ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîama leşkerî li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Rakan axiftin hatin kirin.
Kesên ku axivîn soza şopandina xeta şehîdan dan.
Di dawiyê de bi sedan cenazeyê şehîd di nava silogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.