Li peravên Tûnisê 70 koçber winda bûn

Li Derya Spî careke din trajediya koçberan heye.
70 koçberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn, li nêzî peravên Tûnisê winda bûn.

Li gorî daxuyaniya hêzên mûxafiz ên neteweyî yên Tûnûsê bi dehan koçberan hewl dan ji bo bi rêyên qaçax biçin Ewropayê, ji Lîbyayê bi rê ketine.

Hate diyarkirin keştiya koçberan nêzî peravên Tûnûsê noqî avê bûye û herî kêm 70 koçber winda bûne.

Hate diyarkirin 100 koçber di keştiyê de bûne û keştî li nêzî Safakesê noqî avê bûye.

Ji van koçberan 24 koçber hatine rizgarkirin û ji yên din agahî nayê girtin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Fasê jî di çaryeka destpêkê ya sala 2022’an de hewldana 14 hezar û 700 ‘koçberên qaçax’ hate astengkirin.

Di sala 2021’ê de 4 hezar û 404 koçberên hewl dan bi vê rêgehê xwe bigihînin Spansyayê jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Ji sala 2015’an ve, ev bîlanço ya herî giran e.

Back to top button