Li jêrzemîneke Mariupolê 200 cenaze hatin dîtin

Li Ukrayna êrişa Rûsya nêzî roja xwe ya 100’î dibe.
Li herêma Donbasê şer dijwar bûye.
Hêzên Rûsya hemwextî pêşdeçûna xwe, herêmên kontrolkirine jî ji mayînan paqij dikin.
Li Mariupol ya ji aliyê Rûsyan ve bi giştî hatî kontrolkirin, cenazeyê 200 kesan li jêrzemînekê hate dîtin.

Li herêma Donbass a rojhilatê Ukrayna, artêşa Rûsya pêşdeçûnên xwe didomîne.

Di şerên dijwar ên li herêmê de, derbên xurt li sîstema parastina asmanî ya Ukrayna hatin xistin.

Hêzên Rûsya li herêmên kontrol kirine dest bi paqijkirina mayînan kiriye.

Mariupol ya ku nêzî 3 mehan bû qada herî germ a şer, berdêlên giran li pey xwe dihêle.

Ji ber şerê li bajar, wêraniyek zêde derket pêş.

Piştî hêzên Rûsya bajar û kargeha wê ya Azovstal bi giştî kontrol kirin, derket holê ku 200 cenaze li jêrzemînekê hatine dîtin.

Şêwirmendê Şaredarê Mariupolê Petro Andryushchenko ji ajansa AP re axivî û got,

Cenazeyên li jêrzemînan dest bi rizînê kirine.

Ji ber vê yekê bêhna wan li taxê giştî belav bûye.

Ukrayna: 29,450 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê Rûsya ji 24’ê Sibatê ve li dijî wan dayî despêkirin eşkere kir.

Li gorî vê,

29 hezar û 450 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

206 balafir, 170 helîkopter, hezar û 305 tank, 3 hezar û 213 maşîneyên zirxî yên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Zelensky: 1,016 wargeh ji dagirkeriyê hatine paqijkirin

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelnsky derbarê 90 roj ji şerê li welat nirxandin kir.

Zelensky di peyama xwe ya li ser telegrama xwe parvekirî de got,

Heta niha hêzên me, 1016 wargehên sivîlan ji dagirkeriya Rûsya paqij kirine.

Zelensky careke din anî ziman ku Kirim jî di nav de, ew ê tevahî hêzên Rûsya ji xaka welat derxînin.

YE alîkariya çekan a bû Ukrayna derxist 2 mîlyar Euroyî

Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriya xwe ya çekan a ji bo Ukraynayê gihandiye 2 milyar Euroyî.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht got, Em ji çaran yekê vê fonê didin.

Seroka Komisyona ye leyen bo Kremlîn: Werin em ji bo çareserkirina dorpêça ser genim a li Ukrayna biaxivin

Li aliyekî din, êrişa Rûsya ya li Ukrayna bandora xwe ya li ser krîza aborî ya cîhanê didomîne.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen di axaftina xwe ya li Civîna Bilind a Davosê ya Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) de bang li Kremlînê kir ku bi milyonan ton genimê ji ber şerê li Ukrayna maye gotûbêj bike û çareser bike.

Leyen di çarçoveya Civîna Bilind a Davosê de pirsên rojnamegeran bersivand û got,

“Ya herî girîng rakirina dorpêça li ser Derya Reş e.

Ev bangek ji Rûsyayê re ye.”

Back to top button