”Rojane hejmareke mezin welatî berê xwe didin vê pirtûkxaneyê”

Pirtûkxaneya Amara pirtûkxaneya herî mezin a li Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal da zanîn di pirtûkxaneyê de zêdetirî 50 hezar pirtûk hene û got; Rojane hejmarek mezin ji kesan berê xwe didin vê pirtûkaxneyê.

Xwendin yek ji beşa ku mêjiyê mirov ji zanîn, fikir û pêşketinê re vedike.

Ji bo belavbûna asta xwendina pirtûkan, di 31’ê Cotmeha 2018’an mezintirîn pirtûkxane li ser asta Rojavayê Kurdistanê, li Qamişlo hat vekirin.

Pirtûkxaneya ku bi navê Amara hat vekirin niha 50’î hezar pirtûkên ji beşên cuda di nava xwe de dihewîne.

”50 Hezar pirtûkên ji beşên cuda di pirtûkxaneyê de hene”

Derbarê mijarê, Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal axivî û da zanîn armanca wan ew bû ku pirtûkxanyek ji bo rewşenbîr, nivîskar û xwendekarên hemî astan hebe û got:

Destpêka vekirina pirtûkxaneyê, tenê 2 hezar pirtûk peyda dibûn, lê niha 50’î hezar pirtûk ku bi serenavên xwe 10 hezar in tê dîtin.

Dilvîn diyar kir di pirtûkxaneyê de beşên roman, helbest, ol, hiqûq, dîrok û lêkolîn peyda dibin.

Dilvîn destnîşan kir ku şaxê vê pirtûkxanyê li gelek deverên herêmê heye û demên pêş em ê şaxên wê berferehtir bikin.

Dilvîn dibêje rojane hejmarek mezin ji xwendekaran berê xwe didin pirtûkxaneyê.

”Ji bo pêşketin û guhertinan, divê mirov bixwîne”

Rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal anî ziman ji bo pêşketin û guhertinan divê mirov bixwîne

Back to top button