Destaya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya Cizîrê wê zêdeyî 3 hezar dar li bendava Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê biçîne. Di vê çarçoveyê de dest bi çandina daran hatiye kirin.
Di çarçoveya avakirina daristanan û vekirina şitilgehên taybet de Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê li bendava Mizgeftê ya navçeya Tirbespiyê dest bi çandina daran kir.
Hate diyarkirin wê zêdetirî 3 hezar dar li ser 4 hektar erd werin çandin.
Endezyar û serokê Komîteya Lêkolînên Daristanên Çêkirî Mihemed Seîd diyar kir ku armanc ji çandina daran ewe ku rûbera daristanan fireh bikin û rê li pêşiya ziwabûnê bigirin.
Mihemed Seîd da zanîn ku piştî rewşa erdê hate kontrolkirin, bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê dest bi pêkanîna projeyê kirine û dê ev dar bi rêya pompeyan werin avdan.
Hevserokê Rêveberiya Jîngehparêziyê Luqman Bedir jî got:
“Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê dê daran û hewcedariyên avdanê dabîn bike û Rêveberiya Jîngehparêziyê jî projeyê bişopîne.”