Konseya Ewropa ji bo rewşa Rêber Ocalan li benda bersiva Tirkiyê ye

Binpêkirina mafên rewa ên Rêber Apo, di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê de ye. Ji ber ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê têkildarî Ocalan bicih neanîne, Komîteya Wezîran daxwaz ji Tirkiyê kir ku sedemê vê yekê zelal bike.

Ji ber binpêkirinên mafên mirovan, Baroya Amedê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dabû.

Yek ji mijarên sereke ên serlêdanê, Rewşa Rêber Apo bû.

Bi taybet jî meseleya cezayê heta hetayê ku lê hatiye birîn.

Parêzerên Rêber Apo li dijî vî cezayê giran sala 2003’an serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dabûn.

18’ê Adara sala 2014’an dadgehê ev ceza weke dijberê Peymana Mafê Mirovan pênase kiribû.

Tevî vê yekê jî dewleta Tirk ti guhertin di qanûnên xwe de nekiribû.

Ji Parêzerên Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ragihand ku mijar derbasî rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê bûye.

Li gorî vê, Komîteyê ji dewleta Tirk daxwaz kiriye bê ka ji ber çi biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê pêk neaniye.

Back to top button