Banka Cîhanî hişyarî: Dibe varîlê petrolê 150 dolarî derbas bike

Şerê Cîhanî ya Sêyemîn ku Rojhilata Navîn diqewime rê li karesatek mirovî vedike.
Welatên şer lê heyî bi bihabûna nirxên petrol û xurekê re rû bi rû dimînin.
Banka Cîhanî hişyarî da ku wê domandina şer bihêle ku nirxên varîla petrolê 150 dolarê derbas bike.

Şerê Rûsya-Ukrayna, Îsraîl-Fîlîstin û şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn diqewimin bi xwe re rewşên pêjiyanî û mirovî derdixe holê.

Li gorî lêkolîn û çavdêriyên zanyarên aboriyê şerê heyî dibe sedema bihabûna nirxên petrol û xurekê.

Têkîldarî vê yekê Banka Cîhanî hişyarî da ku heger şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn diqewimin bidome wê nirxên varîla petrolê 150 dolarê derbas bike.

Ew rewş dibe ku piştî salek û nîv ji êrişa Rûsya li ser Ukrayna di nirxên enerjî û xurekê de rê li bihabûnek veke.

Dihat payîn ku petrola ku nêzî 90 dolarê bû nirxê varîlê wê dakeve.

Lê belê li gorî çavdêriya Bankaya Cîhanî rewşa li Rojhilata Navîn diqewime dibe ku krîzeke petrolê ya mîna sala 1970’ê pêk were.

Welatên berhemdêrên petrolê yên Ereb Cotmeha 1973’an îxracata petrolê ya bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA û welatên din a ku di Şerê Yom Kippurê de piştgiriya Îsraîlê dikirin qut kiribû.

Vê yekê bi xwere krîzeke dijwar ya di warê sotemeniyê de pêk anîbû.

Aborînasê Bankaya Cîhanê Indermit Gill balkişand şerê dawî ya li Rojhilata Navîn, Rûsya û Ukraynayê.

Gill da zanîn ku nirxên pêdiviyên jiyanî yên rojane piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna zêdetir bû.

Aborînas Gill hişyarî da siyasetmedaran ku şerê heyî li ser aboriyê bandorên hilweşîner ava dike.

Piştî êrişa Hemasê ya 7’ê Cotmehê li dijî Îsraîlê dayî despêkirin, di warê gaza xwezayî de bihabûn çêbû.

Ev yek ji ber metirsiya pêkanîna êrişeke li ser xetên xazê pêk tê.

Li gorî Bankaya Cîhanê eger şerê heyî belavî Rojhilata Navîn nebe, wê nirxên varîla petrolê dakeve 81 dolarî.

Back to top button