TPLF çekên xwe radestî artêşa Etiyopyayê kir

Artêşa Tîgrayê çekên xwe radestî hêzên Etiyopyayê kirin.

Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ku bi hikûmeta Etiyopyayê re peymana aştiyê çêkir, ragihand ku çekên giran radestî artêşa neteweyî kirine.

Berdevkê TPLF’ê Getachew Reda li ser hesabê xwe yê tevna civakî peyamek weşand.

Reda diyar kir ku di çarçoveya peymana aştiyê de çekên giran şandine mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Afrîkayê.

Televizyona Tigray dîmenên kêliyên ku çek radestî artêşa Etiyopyayê hatin kirin parve kir.

Li herêmê piştî aştiya ku di Mijdara 2022’an de hatibû çêkirin, 2 hefte berê seferan ji nûve dest pê kir.

Pevçûnên di navbera artêşa netewî û Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) de, 4’ê Mijdara 2020’an dest pê kiribûn.

Ev yek bû sedem ku bi deh hezaran kes bimrin û bi sed hezaran ji malên xwe biterikînin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihandibûn ku hêz û çekdarên ewlekariyê yên Etiyopyayê li herêma Tîgrayê di asta “paqijiya etnîkî” û “sûcê li dijî mirovahiyê” de binpêkirinên mafên mirovan kirine.

Pevçûn piştî 2 salan bi peymana aştiyê bi dawî bû.

Artêşa Etiyopyayê daxuyand ku ew ê TPLFyê ji lîsteya terorê ya ku ji bo çekdanînê qebûl kiribû derxînin.

Back to top button