Li başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û sîxurên xwe şoreşgerên Kurd şehîd dixin..
Li Silêmaniyê rojnamevan û çalakvan kom bûn û êriş û kirinên van tirsonekan şermezar kirin.
Li başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê,,,
şoreşgerên Kurd dibin armanca êrişên MÎT’a Tirk û sîxuran..
Sûcê herî dawî yê ku bi destê MÎT û sîxuran hate kirin; şehîdxistina Şukrî Serhed bû..
Desteya Dijî Qetilkirin û Dagirkeriyê, li dijî vê yekê, li Silêmaniyê li ber Baxê Giştî çalakiyek li dar xist..
Di çalakiyê de, şênî û bi dehan nûnerên partî û rêxsitinan amade bûn..
Rojnamevan Hêmin Mamend di çalakiyê de daxuyanî xwend û got:
“Azadîxwazên vî gelî rojane rastî gef, teror û tinekirinê tên,,
û bi destê îstîxbarata dagirkeriyê tên şehîdxistin.
Eger rê li ber vê yekê neyê girtin,,,
destê terorê dê bigihê hemû azadîxwazên Kurdistanê.”
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
“Divê gelê Kurd li dijî dijmin li ser pêyan be.
Divê rê nede ku dagirker û sîxur şoreşgerên Kurd şehîd bixin.”