Lûtkeya Lîderên Amerîkaya Bakur li Meksîka pêk tê

Lûtkeya Lîderên Amerîkaya..Di lûtkeyê de Serokê Amerîkayê Biden, Serokê Meksîkayê Lopez û Serokwezîrê Kanadayê Trudeau amade bûn.
Lîderan li dijî nîjadperestiyê peymanek îmze kirin.

Civîna Serokên Amerîkaya Bakur ku li bajarê Meksîkoyê hat lidarxistin dest pê kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau beşdarî lûtkeya ku ji aliyê Serokê Meksîkî Andres Manuel Lopez Obrador ve li Qesra Neteweyî tê lidarxistin, dibin.

Civîna lîderan ya li çapemeniyê girtî 2 saetan dewam kir.

Lîderan di civînê de aborî, guherîna avhewayê, ewlehî, bazirganiya mirovan û têkoşîna li dijî tiryakê nîqaş kirin.

Biden, Obrador û Trudeau herî dawî li Mijdara 2021’an di çarçoveya Lûtkeya Serokên Amerîkaya Bakur de, li Koşka Spî civiyabûn.

Li dijî nîjadperestiyê peyman hat îmzekirin

Di çarçoveya Lûtkeya Serokên Amerîkaya Bakur de, Wezîrê Derve yê Meksîkayê Marcelo Ebrard, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly hatin cem hev û Danezana Hevbendiya Amerîkaya Bakur li ser Tevlêbûn û Wekheviya Nijadî îmze kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Meksîkayê Ebrard piştî peymanê daxuyaniyek da û diyar kir ku nijadperestî ji nêz ve bi newekheviya zayendî û civakî ve girêdayî ye.

Ebrard destnîşan kir ku ji bo her sê welatan şanseke mezin e ku di polîtîkayên xwe yên navxweyî de li ser nijadperestiyê xwedî nêrînên wekhev bin.

Biden û Obrador hevdîtina dualî pêk anîn

Serokê Amerîkayê Biden û Serokê Meksîkayê Obrador 9’ê Çile jî beriya lûtkeya sêalî li Qesra Neteweyî civîneke dualî pêk anîn.

Biden ku piştî hevdîtinê daxuyanî da, diyar kir ku Meksîka di lêgerîna paşerojeke baştir a li ser bingeha aştî û bextewariya gelên her du welatan de hevparê rast e.

Biden diyar kir ku her du welat bi biryar in ku bi avakirina paşerojeke baştir çareseriyên bihêztir pêşkêş bikin.

Civîna Lîderên Amerîkaya Bakur ji sala 2005’an ve her sal an du sal carekê tê lidarxistin.

Civîna sê alî di dema serokatiya Serokê DYA yê berê Donald Trump ya 2017-2021’an de nehat lidarxistin.

Back to top button