Brezîlya..Ji bo şefê polîsa biryara girtin ê

Piştî serdegirtinan bo şefê polîsên li paytext û polîsên leşkerî biryara girtinê hat dayîn.
Ji bo Serokê berê Bolsonaro yê li Amerîkayê jî banga radestkirinan tê kirin.

Li Brezîlyayê Dadgeha Bilind ji bo şefê polîsê paytext Brasilia Anderson Torres ê biryara girtinê hat dayîn.

Anderson Torres ji ber rênegirtina li pêşiya alîgirên serokê berê yê rastgirê tundrê Jair Bolsonaro tê sûcdarkirin.

Torres yê ji ber bûyeran ji erk hatiî dûrxistin, niha jî biryara girtina wî hatiye dayîn.

Ew di dema Bolsonaro de wezîrê dadê bû.

Dadgehê biryara girtina şefê polîsê leşkerî yê Brezîlyayê Fabio Augusto Vieira jî da.

Her du berpirsên payebilind ên ewlehiyê bi îdiaya di dema serdegirtinê de tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê negirtine tên sûcdarkirin.

Torres ku di dema bûyeran de tevî malbata xwe li eyaleta Florîda ya Amerîkayê di betlaneyê de bû, roja Sêşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû ku ew ê vegere Brezîlyayê û teslîmî edaletê bibe.

Bolsonaro: Ez ê vegerim brezîlyayê

Zexta çepgirên li welêt li ser rêveberiya Biden ji bo radestkirina Bolsonaro yê li Florîda jî zêde dibe.

Bolsonaro ji CNN Brasil re got;

Ez plan dikim ku di demek nêzîk de vegerim welatê xwe.

Bolsonaroyê ku ji nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin hat tahliyekirin ev tişt anî ziman:

“Ez hatim heta dawiya vê mehê li vir bimînim.

Lê ez ê vegerê dereng bixim.”

Bolsonaro piştî ku di hilbijartinên meha cotmehê de têk çû, du roj beriya bidawîbûna emrê xwe di 30’ê Kanûnê de tevî malbata xwe çû Amerîkayê.

Lêbelê, nayê zanîn ku Bolsonaro li DYA di kîjan statûyê de dimîne.

Dema ku Wezareta Karê Derve ya Amerîkî red kir ku li ser rewşa Bolsonaro şîrove bike, berpirs dibêjin heta niha ji bo radestkirina wî ti daxwaz nehatine kirin.

Li Brezîlyayê çi qewimî?

Alîgirên Bolsonaro ku di hilbijartinên pêşwext ên Cotmeha 2022’an de li pêşberî namzetê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva têk çû, roja Yekşemê avêtin ser avahiyên dewletê yên li paytext Brasilia.

Xwepêşandêr, hewil da bikevin parlemento, Dadgeha Bilind û avahiyên koşka Serokomariyê.

Alîgirên radîkal ên Bolsonaro ku têkçûna wî ya hilbijartinê qebûl nakin, gelek caran li dijî serketina Lula li welêt xwenîşandanan organîze dikin û bang dikin ku artêş darbeyek leşkerî bike.

Balkêşe bûyera serdegirtina alîgirên Bolsonaro û Serokê berê yê Amerîka Donald Trump pir dişibin hev.

Di dema ku Trump û alîgirên wî serketina Biden nepejirandin û biser avahiya Kongresê de girtin heman dîmen derketibûn.

Back to top button