Ji UNICEF bo kuştina zarokên li Xeza bertek

Fona Alîkariya Zarokan a NY bertek nîşanî kuştina zarokên li Xezayê da.
Rêveberiya Fonê got: Her roj bêtirî 420 zarok li Xezayê têne kuştin yan jî birîndar dibin.
Xaça Sor a Filistînê jî ragihand ku 26 barhilgirên alîkariyê derbasî Xezayê bûn.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) doh civîneke awarte li dar xist û li ser nakokiyên di navbera Îsraîl û Hemasê de gotûbêj kir.

Di civînê de rewşa mirovî ya li Xezê jî hat axaftin.

Rêvebera Giştî ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russell, diyar kir ku pevçûnên li herêmê herî zêde bandorê li zarokan dike.

Russell got,

“Li Xezeyê her roj bêtirî 420 zarok tên kuştin an birîndarkirin, ev jimar divê ji bo me ji rêzê neyê.”

Russell diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Şerîda Xezayê ji 35 nexweşxaneyên li herêmê 12 ji wan naxebitin û wiha got:

Herî kêm 221 dibistan û bêtirî 177 hezar xanî xera û wêran bûne.

Li Xezayê pirsgirêka avê

Rêvebira Giştî yê UNICEFê işaret bi kêmbûna sotemeniyê li Şerîda Xezayê kir û dazanîn ku ev yek bandoreke neyînî li ser gihîştina avê ya sivîlan dike.

Russell her wiha bang li konseyê kir ku pêşnûmeyek qebûl bike ku tê de berpirsiyariyên li gorî qanûnên navneteweyî bîne bîra aliyan û agirbest û alîkariyên mirovî bigihîne herêmê misoger bike.

Ji êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê ve, konseyê heta niha nekariye ji bo rewşa sivîlan biryarekê qebûl bike.

Komîserê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) General Philippe Lazzarini di daxuyaniya xwe ya li civînê de jî daxwaza berfirehkirina alîkariyên mirovî ji bo Şerîda Xezayê kir.

Lazzarini bal kişand ser wê yekê ku çend konvoyên ber bi Şerîda Xezayê ve çûne, têra 2 milyon kesên ku li herêmê hewcedarê alîkariya lezgîn in nake.

26 kamyonên din yên alîkariyê gihiştin Xezayê

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku îro 26 kamyonên din ên ku pêdiviyên alîkariyê yên lezgîn gihiştin Şerîda Xezayê.

Barhilgirên li Deriyê Sînor ê Refahê ya navbera Misir û Xezeyê re derbas dibûn bi pêdiviyên xurek û tenduristiyê barkiribî bûn.

Li Xezayê di 21 rojan de, jimara zarokên mirî ji 3 salan a li tevahî Cîhanê bêtir e

Back to top button