MSD’ê Roja Karkeran a Cîhanî Pîroz kir

Bi boneya 1’ê Gulanê roja karkeran a cîhanî gelek peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.
Meclisa Sûriya Demokratîk; Partiya Sûriya Pêşeroj, YPJ’ê û KCDK-E‘ bi daxuyaniyên cuda 1 Gulanê pîroz kirin.
Di peyaman de hate diyarkirin ku weke gel, kedkar, jin û ciwan divê em bi ruhê 1’ê Gulanê têbikoşin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê 1’ê Gulanê li tevahî karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û wiha got:

MSD’ê diyar kir ku îfadeya durist a pesindayîna çîna kedkaran ew e ku siberojeke baş ji bo wan û ji bo nişfên bê re were avakirin û wiha got:

Piştî têkbirina hemû cureyên kirin desthilatdariyê, divê civakek nû were avakirin ku mafên karkeran mîsoger bike û geşkirina aborî û civakî di nava Sûriyeyek yekbûyîî de pêk bîne.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê mafê karkeran were mîsogerkirin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi heman boneyê peyamek da.

Di peyamê de behsa rola karkeran di civakê de hate kirin û ev tişt hate gotin:

“Em di wê baweriyê de ne ku karkerên Sûriyeyê wê di avakirina siberoja Sûriyeyê de li pêş bin.”

Meclisê ji bo piştevaniya çîna karkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mîsogerkirina mafên wan banga xebateke hevpar kir.

1 Gulan-137.Roja Karker û Kedkaran ya Cîhanî

Back to top button