HPG: Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Li gorî vê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê hêzên gerîlayan 3 caran bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin.

Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li helîkoptereke Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe li nêzî qada Çemçoyê dayne.

Piştî vê lêdanê, helîkopter neçar ma ji herêmê bifire.

HPG: ARTEŞA TIRK 11 CARAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞ KIR

HPG’ê derbarê êrişên Arteşa tirk a dagirker de jî agahî dan û got:

Hêzên Dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer

Û bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand.

Back to top button