Ji Rêber Apo agahî nayê girtin

Fikarên li dijî nehevdîtina malbat û parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re zêde dibin.
Taybet ku hevdîtina bi rêber APO re 3 mehên din hat qedexekirin. 768 Parêzeran bang li CPT kirin ku biçe serdana girtîgeha girava Îmraliyê.’Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ wê di dawiya meha Çile de serdana Meclisa Ewropayê û CPT’ê bike.

Ev 24 sal in Rêber APO li girava Îmraliyê li dijî komplo û tecrîdê li ber xwe dide.

12 salên destpêkê Mafê Rêber APO ê hevdîtinê hat astengkirin.

Dewleta Tirk sala 2005’an ji bo Rêber APO jê sûdê negire 2 qanûnên xwe guhertin.

Di guherîna van qanûna de cezayê heta bi hetayê li Rêber APO hat birîn.

Dadgeha mafê mirovan a Ewropayê xwest cezayê heta bi hetayê ê girankirî bê guhertin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe yên 29’ê Mijdarê û 2’ê Kanûna 2021’an de ji rayedarên Tirk xwest heta Îlona 2022’an derbarê Îmraliyê de Raporekê amade bike.

Rêxistina Pêşîlêgirtina Êşkenceyê heta niha 8 caran çuye Îmraliyê û rapor weşandiye.

CPT di 5’ê Tebaxa 2020’an de jî derbarê binpêkirinên li Îrmaliyê de raporek weşand.

Di rapora CPT hate diyarkirin cezayên dîsîplînê ên li Îmraliyê polîtîk in.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 5 caran hevdîtina parêzer û malbatan bi rêber APO re pêk hatiye.

Hevdîtina dawî ya Rêber Ocalan 3’yê Adara 2020’an bi birayê wî Mehmet Ocalan re pêk hat.

Lê ev hevdîtina Rêber APO di nîvî de hat birîn.

Sala 2021’an ji bo çuyîna Îmraliyê Parêzer û Malbata Rêber Ocalan bi dehan caran serlêdan kirin.

Herî dawî 9’ê Îlona 2022’an, “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’an de qediya.

Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê.

Ev qedexe di 4’ê Çile de hatiye birîn.

Dadgeriyê hinceta qedexeyê jî wek “cezayê dîsiplînê” nîşan da.

768 Parêzeran bang li CPT kirin ku biçe serdana girtîgeha girava Îmraliyê.

‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ wê di dawiya meha Çile de serdana Meclisa Ewropayê û CPT’ê bike.

Ji sala 2021’an ve ji Rêber APO ti agahî nayê girtin.

Vê yekê jî rê li ber fikarên mezin yê gelê kurd û hêzên Demokrasiyê vekiriye.

Back to top button